YRJ`ê şehîd Gulîstan, Hêro û Necmedîn bi bîr anî

Yekitiya Raghandina Jin û Jin Rroduction bi boneya şehadeta şehîd Tara Gulîstan, Hêro Behadîn û Necmedîn Sînan merasîm lidar xistin û bi bîr anîn.

YRJ`ê şehîd Gulîstan, Hêro û Necmedîn bi bîr anî
YRJ`ê şehîd Gulîstan, Hêro û Necmedîn bi bîr anî
YRJ`ê şehîd Gulîstan, Hêro û Necmedîn bi bîr anî
YRJ`ê şehîd Gulîstan, Hêro û Necmedîn bi bîr anî
YRJ`ê şehîd Gulîstan, Hêro û Necmedîn bi bîr anî
YRJ`ê şehîd Gulîstan, Hêro û Necmedîn bi bîr anî
YRJ`ê şehîd Gulîstan, Hêro û Necmedîn bi bîr anî
YRJ`ê şehîd Gulîstan, Hêro û Necmedîn bi bîr anî
23 tebax, 2026   14:03
QAMIŞLO

Yekîtiya Raghandina Jin (YRJ) û Jin Production li bajarê Amûdê şehîd Gulîstan Tara û Hêro Behadîn ên 23`ê Tebaxa 2024`an li navçeya Seyîd Sadiq a parêzgeha Silêmaniyê başûrê Kurdistanê di êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk şehîd bibûn, bi bîr anîn. Şehîd Necmedîn Sînan jî ajokerê kanala Jin TV`ê li ser rêya Qamişlo û Amûdê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bû û rojnamevan Delîla Egîd giran birîndar bû.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdan dest pê kir, piştre endama Jin Production Loristan Derwîş axivî û got: "Şehîd Necmedîn Sînan 23`ê Tebaxê 2023`an şehîd bû, heval Gulîstan Tara û Hêro Behadîn di heman rojê sala 2014`an şehîd bûn. Em ê xwedî li şehîdên xwe derketin û têkoşîna wan a ji bo heqîqetê bidomînin."

Bavê şehîd Necmedîn Sînan Feysel Hecî Sînan jî axivî û got: "Bîranîna şehîd Necmedîn, Gulîstan û Hêro bîranîna hemû şehîdan e. Raghandina jin ji bo heqîqetê û guhertina zîhniyeta civakê têdikoşe, ji ber vê yekê dewleta Tirk ew hedef girtin. Şehîd Necmedîn berxwedêr bû, tev li şoreşê bû û berpirsyar nêz dibû. Dema ku dewleta Tirk êrîşî bajarê Serêkaniyê kir ew tev li berxwedanê bû û berê xwe da Serêkaniyê, tirsê nikarîbû wî û xwe nedida paş. Dewleta Tirk rêz nade qanûn, çapemenî û mirovahiyê, ji ber jin îradeya xwe diparêzin û têdikoşin dewleta Tirk ew hedef girtin."

Di berdewamiya merasîmê de endama Kordînasyona YRJ`ê Dîlan Osman li ser pêvajoyên ku çapemeniyê di şoreşê re derbas kir, jiyana şehîd Gulîstan Tara, Hêro Behadîn û rolê wan di çapemeniyê de axivî.

Dîlan Osman anî ziman ku çapemeniya jin dê têkoşîna wan bidomîne û dengê heqîqetê bighînin civakê.

Çalakî bi dirûşma `ŞEHÎD NAMIRIN` bi dawî bû.

(np)

ANHA