Civîna têkildarî kampan a li NY’yê: Divê dewlet welatiyên xwe vegerînin

Duh li navenda NY’ê têkildarî kampên malbatên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek hate lidarxistin. Di encamnameya civînê de ku îro Wezareta Karên Derve ya Iraqê weşand, hate gotin divê dewlet bi lez welatiyên xwe yên li kampan vegerînin.

Civîna têkildarî kampan a li NY’yê: Divê dewlet welatiyên xwe vegerînin
27 îlon, 2025   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New York a Amerîkayê, têkildarî kamp û cihên malbatên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek hate lidarxistin. Di civînê de mijara herî li pêş kampa Holê bû. Encamnameya civînê îro hate weşandin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ku banga lidarxistina vê civînê kiribû, daxuyanî weşand. Balkêş e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD ku kamp di bin kontrola wan de ne, ji bo civînê nehatin vexwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Têkçûyîna rewşê metirsiyê li ser ewlehiya nîştimanî û herêmî ya navneteweyî çêdike. Divê çareseriyên giştî werin peydakirin. Xizmet werin pêşkêşkirin. Bigihêjin piştgirî û fêrkirinê.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Nêzîkatiyên giştî têne avakirin. Hikumet û civakê digire nava xwe. Di vê mijarê de pêdiviyên kesayetî yên her kesekî di ber çavan re werin derbaskirin. Divê bernameya entegrasyonê ya taybet û bê cudahî çêbe. Di ferza qanûnî de Ii ser lêpirsîna kesan were sekinandin. Her wiha piştgiriya qurbaniyên terorê pêk were.”

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hate kirin: “Divê rola Neteweyên Yekbûyî wek maseyeke sereke di parvekirina ezmûnan û kiryarên baş de pêk were. Rola NY’yê di dîzaynkirin û pêkanîna stratejiyên giştî yên ji bo entegrasyonê û ji nû ve amadekirina wan de were berfirehkirin. Di heman demê de rola rêxistin û Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya piştgiriya welatiyên xwe were pêşxistin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin dive vegerandina welatiyên xwe ji hêla dewletan ve, were lezandin, her wiha hevkariya di navbera dewletên endam de ji bo parvekirina ezmûnên perwerde û lêkolîn û şêwirên siyasî pêk were.

Di dawiya daxuyaniyê de behsa misogeriya hesabdayîna sûcdaran û pêkanîna edaletê ji bo mexdûrên terorê hate kirin, her wiha hate gotin divê pêşxistina stratejiyeke giştî ya entegrasyon û darizandina dadmend pêk were.

 (dc)