Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Ehmed El Şera civiyan

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Şamê bi Serokê Hikumeta Veguhêz Ehmed El Şera û Wezîrê Karên Derve Eseed El Şeybanê re civiyan.

Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Ehmed El Şera civiyan
4 tebax, 2026   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên agahdar diyar kirin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûryeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Koşka Gel a li Şamê hevdîtin bi Serokê Hikumeta Veguhêz Ehmed El Şera û Wezîrê Karên Derve Eseed El Şeybanê re kirin.

Li gorî çavkaniyan, di hevdîtinê de bicihanîna peymana 29‘ê Çileyê û rêveçûna qonaxa entegrasyonê hatin nîqaş kirin.

(bb)