Wezareta Pêşmergeyan: Hêzên me beşdarî êrişa li ser Heşdî Şebiyê nebûne

Wezareta Pêşmergeyan a hikumeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê îdiayan ku dibêjin hêzên wan êrişî baregeheke Heşdî Şebiyê ya li parêzgeha Selahedînê kirine, red kirin.

Wezareta Pêşmergeyan: Hêzên me beşdarî êrişa li ser Heşdî Şebiyê nebûne
15 adar, 2026   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî 3 caran bi rêya balafirên bêmirov baregehên Lîwaya 52 ya Heşdî Şeebî (Tirkmenî) ya di navbera navçeya Xurmatû û bajarokê Silêman Beg de hatin bombebarankirin. Li gorî hin îdiayan êriş ji aliyê Pêşmergeyan ve hat girtin.

Wezareta Pêşmergeyan a hikumeta Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê der barê van îdiayan de daxuyaniyek weşand.

Wezaretê ragihand ku Pêşmerge ne beşek e ji nakokiyên leşkerî yên li herêmê hene û daxuyand ku di çend kanal û rûpelên medyayê de nûçeyeke "nerast" hatiye belavkirin ku qaşo destê hêzên Pêşmergeyan di êrişa li ser baregeheke Heşdî Şebiyê ya li parêzgeha Selahedînê de heye.

Wezaretê ew îdia bi tundî red kirin û got, "Hêza Pêşmergeyan bi ti awayî ne beşek ji wan alozî û nakokiyên leşkerî yên ku li herêmê hene. Pêşmerge beşdarî ti çalakiya leşkerî ya li dijî ti aliyan nebûye."

Wezaretê daxauyand ku erkê sereke yê hêzên wan parastina ewlehî û aramiyê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Wezareta Pêşmergeyan bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê re di nav hevahengî û pêwendiyê de ye.