Li Reqayê banê xaniyekî hilweşiya: 4 zarok mirin

Li gundê El Bû Hemdan ê rojhilatê Reqayê ji ber bahoza baranê banê xaniyekî bi ser malbatekê hilweşiya, di encamê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Li Reqayê banê xaniyekî hilweşiya: 4 zarok mirin
15 adar, 2026   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê El Bû Hemdan ê rojhilatê Reqayê ji ber bahoza baranê ya ku berbanga îro li herêmê rabûye, banê xaniyekî hilweşiya. 

SOHR'ê diyar kir ku di encama hilweşîna bane xanî de ji malbatekê 4 zarokan jiyana xwe ji dest da.

(bb)