Li Efrînê ciwanek hat revandin û desteserkirina milkan didomin

Ciwanek ji gundê Qîbarê yê Efrînê hat revandin û bi saetan îşkence lê hat kirin. Çavkaniyan ev bûyer bi parvekirina agahiyên li ser desteserkrina mal û milkên şêniyan ve girêdan. Ji bo rawestandina binpêkirinan û vegerandina milkên niştecihên resen bang li aliyên têkildar hat kirin.

Li Efrînê ciwanek hat revandin û desteserkirina milkan didomin
20 hezîran, 2026   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku ji malbata Nehlê ya bi eslê xwe ji Idlibê ye hîna 4 malbat li gundê Qîbarê yê Efrînê dest danîne ser 4 malên şêniyên gund.  Çavkaniyan dane zanîn ku tevî giliyên gundiyan û daxwazên wan ên vegerandina milkên xwe lê ew malbat ji malên wan dernakevin.

Li gorî çavkaniyan, ji malbata navborî 4 kesan red dikin ku malên gundiyan vegerînin, lê yê din li beramberî vegerandina malê 3 hezar dolarî ji xwediyê malê dixwaze.

Heman çavkanî destnîşan kir ku miqdarê pereyê ku wî kesî ji malbatê dixwest destpêkê 650 dolar bû, lê piştî gilî lê hat kirin miqdar kir 3 hezar dolar.

Li gorî agahiyên ku niştecihên gund dane ajansa me, duh (19 Hezîran 2026), malbata ji Idlibê, ciwanek revand û îşkence lê kir, piştre wî berdan. Gundiyan dane zanîn ku ew ciwan bi hinceta ku agahî der barê desteserkirina malan de li ser medyaya civakî parve kiriye hate revandin û gotin, tu têlikiyên ciwanî hatî revandin bi belavkirina agahiyan nine.

 Çavkaniyan her wiha dane zanîn ku kesek ji malbata ‘‘Nehlê‘‘ endamekî hêzên ewlekariya hundirîn a hikumeta demkî ye.

Ev bûyer hêrseke mezin di nava gundiyan de çêkir. Gundiyan bang li aliyên têkildar kir ku binpêkirinan rawestînin, kesên biyanî ji malên wan derbixin û hesab ji wan bixwazin.

Li gorî agahiyên ji herêmê têne wergirtin, tevî sozên hatine dayîn ku dê milkên xelkê li wan bên vegerandin, lê hîna bi sedan mal, erdên çandiniyê û dikanên şêniyên resen desteserkirî ne. Ev yek jî hemwextî serdana tîma Komîteya Lêkolînan a Navneteweyî ya bo Efrînê pêk hat ku bi armanca şopandina rewşa koçberên vegeriyana warê xwe û xurtkirina aramiyê serdan kiriye.

(bb)