Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Me 40 dronên Ukraynayê xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku artêşa Rûsyayê 40 balafirên bêmirov ên biçek ên Ukraynayê li ser 4 parêzgehan xistin xwarê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê: Me 40 dronên Ukraynayê xistin
15 sibat, 2025   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê şevê din 40 dronên Ukraynaya xistine xwarê.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di şeva borî de li herêma Volgogradê 17, li herêma Kaluga 12, li herêma Rostovê 9 û li herêma Saratovê jî 2 dron hatin îmhakirin.”

Wezaretê duh ragihandibû ku dê li herêma Donetsk a li rojhilatê welat 2 herêm kontrol kirine.

(bb)