Çalakvanên li bendava Tişrînê Komploya Navneteweyî şermezar kir

Çalakvanên li bendava Tişrînê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî şermezar kir û soza berdewamkirina berxwedanê da û diyar kir ku ew li pişta Hêzên Sûriyeya Demokratîk in.

Çalakvanên li bendava Tişrînê Komploya Navneteweyî şermezar kir
15 sibat, 2025   11:30
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Çalakvanên li bendava Tişrînê bi boneya  salvegera 26’emîn a Komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Endamê Rêveberiya Ofîsa Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Şedadê Ehmed Mehmûd daxuyandî xwend.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û berdewamkirina wê bi şêwe û rêbazên cuda, hate şermezarkirin.

Çalakvanan di daxuyaniya xwe de berxwedana lehengî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) silav kir û piştgiriya xwe ji bo wan anî ziman.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê xwedî yek helwet in, ew jî helwesta berxwedanê ye, em vê hêza xwe ji lehengên QSD`ê distînin ku hêza herî mezin a terorîst li cîhanê têk birin.”

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne û Rêber Abdullah Ocalan serbest berde."

Çalakvanan soz da ku têkoşîna xwe dewam bikin. Çalakî bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

(k)