Wezareta Çandiniyê buhayê pembû diyar kir

Wezareta Çandiniyê ya Sûrîyeyê dê kîloya pembûyê bidendik ê demsala 2025`an bi 85 lîreyî nû bikire.

Wezareta Çandiniyê buhayê pembû diyar kir
4 tebax, 2026   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Çandiniyê û Çaksaziya Çandiniyê ya hikumeta veguhêz li ser rûpela xwe ya fermî buhayê pembûyê bidendik ragihand.

Wezaret dê kîloyeke pembûyê bidendik ê demsala 2025`an bi 85 lîreyê nû yê Sûriyeyê bikire.

Li gorî biryarê sindoqa piştgiriya hilberîna çandiniyê ya Wezareta Çandiniyê dê serê her kîloyeke pembû 30 lîreyê nû bide û Wezareta Aborî û Pîşesaziyê jî dê 55 lîreyên nû bide, bi giştî dê kîloyeke pembû bi 85 lîreyê nû bikire.

Wezaretê da zanîn ku ew piştgiriya hilberandina pembû dikin û ji cotkaran daxwaz kir ku berhema xwe ya pembû radestî navendên girêdayî saziya giştî ya çêkirin û bazarkirina pembû bikin.

(np)