Şîrketa petrolê ya Sûriyeyê û HKN Energy peyman îmze kirin

Şîrketa petrolê ya Sûriyeyê û şîrketa HKN Energy peymaneke 25 salan îmze kirin. Di peymanê de li hevdû kirin ku berhema petrolê zêde bikin, zeviyên petrolê û tesîsên Rimêlan nû bikin.

Şîrketa petrolê ya Sûriyeyê û HKN Energy peyman îmze kirin
Şîrketa petrolê ya Sûriyeyê û HKN Energy peyman îmze kirin
Şîrketa petrolê ya Sûriyeyê û HKN Energy peyman îmze kirin
Şîrketa petrolê ya Sûriyeyê û HKN Energy peyman îmze kirin
4 tebax, 2026   16:05
QAMIŞLO

Şandeyek ji şîrketa petrolê ku serokê rêveber ê şîrketê Yûsif Qebelawî di navê de bû û serokê rêveber ê şîrketa HKN Energy Mark Lowens li bajarê Rimêlan civiyan. Piştî wê civîna çapemeniyê li dar xist. 

Serokê rêveber ê şîrketa petrolê Yûsif Qebelawî got peymana navbera wan û şîrketa HKN dê 25 salan dirêj bike. Ev peyman dê li ser 3 pêvajoyan têkeve meriyetê. Qebelawî anî ziman ku  armanca wan ew e ku bi rêya vê peymanê zevî, bîr û tesîsên petrolê yên Romêlan nû bikin û petrolê zêde bikin. Her wiha pirsgirêkên enerjiyê çareser bikin.

Her wiha Qeblawî diyar kir ku di peymanê de wê projeyên girêdayî binesaziya herêmê weke ziftkirina rêyan pêk bînin û derfet çêbe ku welatî bixebitin.

Qebelawî agahî da ku di pêvajoya 3`emîn a pêkanîna peymanê de wê Sûriyeyê ji sedî 70`î sûd wergire.

Serokê rêveber ê şîrketa HKN Energy Mark Lowens jî axivî û got bi vê peymanê re dê qada enerjiyê ya Sûriyeyê pêş bikeve, spasiya şêniyên herêmê kir û got şîrket dê projeyên xizmetguzariyê pêk bîne û zeviyên petrolê nû bike.

Tê payîn ku di çarçoveya pêkanîna peymanê de wê her du şande li rewşa zeviyên petrolê ên Rimêlanê  binêrin.

(np)

ANHA