Parêzgarê Hesekê dê daxwazên xwepêşandêran bigihîne aliyên peywendîdar

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed li gel xwepêşandêrên ku li hember pirsgirêka pevguhertina pereyan li ber avahiya parêzgeriyê çalakî li dar xist, hevdîtin pêk anî. Parêzgar diyar kir ku ew ê daxwazên xwepêşandêran bigihîne aliyên peywendîdar û ji bo danîna çareseriyekê xebatê bikin.

Parêzgarê Hesekê dê daxwazên xwepêşandêran bigihîne aliyên peywendîdar
4 tebax, 2026   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi komeke çalakvanên ku li dijî pirsgirêka pevguhertina pereyên Sûriyeyê li ber avahiya parêzgariyê kom bûbû, hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de parêzgar li daxwaz û têbîniyên xwepêşandêran guhdar kir.

Nûredîn Ehmed destnîşan kir ku ew di nava xebatên xwe de girîngiyê didin vê dosyayê û ew ê daxwazên şêniyan bigihînin aliyên peywendîdar.

Nûredîn Ehmed ji xwepêşandêran xwest heta danîna çareseriyekê, ew ê bi wan re hevkar bin.

(sb)