Werîşe Mûradî dest bi greva birçîbûnê kir

Werîşe Mûradî, bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Mirinê li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kir.

Werîşe Mûradî dest bi greva birçîbûnê kir
11 cotmeh, 2024   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî duh da zanîn ku bi boneya 10 Cotmehê Roja Têkoşîna li Dijî Mirinê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Hêjayî gotinê ye Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di 26’ê Îlona 2023’yan de ragihandibû ku roja 1’ê Tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Muradî bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin. Werîşe Mûradî piştî binçavkirinê 2 hefteyan hate girtin û niha li Girtîgeha Evînê tê girtin û bi hinceta “endambûna rêxistinê” tê darizandin.