Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir

Malbat û wasîyê Rêber Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir
11 cotmeh, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Her wiha Emîne Konar a xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgerî û Midûriyeta Girtîgehê dan.

Ev 4 sal e bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.