‘Şehîdên me nirxên me yên pîroz in’

Di konê merasîma bîranîna 69 gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê de malbatên şehîdan li ser têkoşîn û armancên zarokên xwe yên şehîd axivîn û got “Şehîdên me nirxên me yên herî pîroz in.”

‘Şehîdên me nirxên me yên pîroz in’
22 cotmeh, 2026   15:32
KOBANÊ

Di konê bîranîna 69 gerîlayên YJA-STAR û HPG’ê de malbatên şehîdan nêrîn û helwestên xwe ji bo têkoşîn û armanca şehîdan anîn ziman.

Mehmûd Mistefa der barê fedakariya şehîdan de axivî û wiha got: “Di destpêkê de ez li hember hemû şehîdên Kurdistanê bejna xwe ditewînim û di oxira rêya wan de soza têkoşîna xwe nû dikim.”

Mistefa diyer kir ku malbata şehîd Canfeda malbateke welatparêz e û xwedî 4 şehîdên Kurdistanê ye û got: “Ji bo Kurdistanê me bi hezaran şehîd dan, em ê hîna jî bidin, ez dîsa dibêjim çi dibe bila bibe em ê her tim têkoşîna xwe bidomînin.”

Birayê şehîd Bîrhat Kobanê Nedîm Ehmed ji di konê sersaxiya birayê xwe de axivî û got: “Raste me duh şehîdên xwe li Pakrewangeha Şehîd Dîcle bi bîr anîn û yek ji wan birayê min Bîrhat Kobanê bû. Birayê min li ser rêya şehîdan meşiya û soza tevlêbûna nava refên azadiya Kurdistanê da. Ez bi şehadeta birayê xwe serbilind im.”

Nedîm Ehmed di dawiyê axaftina xwe de ji malbatên gerîlayên şehîd re sersaxî xwest.

Xizma şehîd Edalet Xabûr Emel Bihadîn jî got: “69 gerîlayên azadiyê ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê tekoşîn kir û canê xwe feda kir.”

Emel Bihadîn diyar kir ku ew ê rêya têkoşînê ya şehîdan bidomînin.

(ct)

ANHA