Weqfa Newroz a Lubnanê salvegera xwe ya 10ʹemîn pîroz kir

Weqfa Çandî û Civakî ya Newrozê ya Lubnanê bi beşdariya gelek rêxistinên jinan ên Kurdî û Lubnanê bi 10 saliya damezrandina weqfê pîroz kir.

Weqfa Newroz a Lubnanê salvegera xwe ya 10ʹemîn pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê salvegera xwe ya 10ʹemîn pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê salvegera xwe ya 10ʹemîn pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê salvegera xwe ya 10ʹemîn pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê salvegera xwe ya 10ʹemîn pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê salvegera xwe ya 10ʹemîn pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê salvegera xwe ya 10ʹemîn pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê salvegera xwe ya 10ʹemîn pîroz kir
Weqfa Newroz a Lubnanê salvegera xwe ya 10ʹemîn pîroz kir
14 îlon, 2024   21:18
LUBNAN

Weqfa Çandî û Civakî ya Newrozê ya Lubnanê bi boneya salvegera 10ʹan a damezrandina weqfê bi beşdariya keç û xortên Kurdistanî, nûnerên ji komeleyên jinan, desteyên civaka sivîl û komeleyên Kurdî şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de seroka weqfê û endamên Desteya Rêveber axivîn. Di axaftinan de  spasiya her kesên beşdarî serketina xebata weqfê û piştgiriya wê bûye, hat kirin.

Dûre kurtefilmek bi 25 deqyan têkildarî destkeftî û çalakiyên weqfê di dirêjahiya 10 salan de kirine, hat pêşkêşkirin.

Piştre mêvanan axaftinên xwe kirin. Nûnera Meclisa Jinan a Lubnanê Meqbûle Qeys, nûnera Komeleya Werde Butrus-Wekheviya Xebata Jinan Meryem Şimês Qesar, çalakgera perwerdeya civakî Nahid Sosan, çalakgera perwerdeya civakî Muna Teboş, nûnera Komeleya Jîn a Jinan Dîlan Hesen axivîn.

Her wiha Wefa Jîn a Jinan tabloyeke bîranîna li ser esfaneya Kurdî (Şahmêran) pêşkêşî Weqfa Newroz kir, her wiha Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) baxeke gule diyarî weqfê kir.

Di dawiyê de teqdîrname li koma stranan a Welatê Rojê, koma dîlana folklorîk Şehîd Rojînda, zarokên dersên zimanê Kurdî di weqfê de wergirtine, hatin belavkirin.

Koma Welatê Rojê bi stranên zimanên Erebî û Kurdî şahî bi dawî kir.

(fr)