Komxebata Ciwanên Ereb ên Şengalê bi dawî bû

Komxebata ku ji aliyê Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb ve bi dirûşmeya “Bi ruhê ciwanên Apoyî em ê cenga azadiyê bi ser bixin, bi Rêber Apo re azad bijîn” bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Komxebata Ciwanên Ereb ên Şengalê bi dawî bû
Komxebata Ciwanên Ereb ên Şengalê bi dawî bû
14 îlon, 2024   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gavên ku Rêber Abdullah Ocalan di van 50 salên dawî de avêtine, ji bo bidestxistina azadiya gelên herêmê bingeheke saxleme û ji bo desthilatdariya desthilatdaran jî derbeyek mezine.

îro li Meclisa Gel a Xanesorê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê Komxebata Însiyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê pêk hat . Komxebatê bi beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Asayişa Êzidxanê, YBŞ’ê, Yekitiya Ciwanên Êzidxanê û Yekitiya Jinên Ciwan yên Şengalê, her wiha bi dirûşmeya ‘Bi ruhê ciwanên Apoyî emê cenga azadiyê ser bixin, bi Rêber Apo re azad bijîn’ ku îro di saetên sibehê de destpê kiribû, bi encamnameyekê bidawî bû.

Di daxuyaniya encamanemyê de ku ji aliyê endamê Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb, Hesen Eswed ve hate xwendin çend mijarên sereke yên girêdayî civakên Rojhilata Navîn û pirsgirêkên ku li ber rewşa heyî rûbirû dimînin hatin destgirtin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku herêma Rojhilata Navîn di vê qonaxê de dibe şahidê kaosa siyasî, leşkerî, çandî û civakî ya ku bi şerê sêyemîn yê cîhanê ve girêdayî ye û hate tekez kirin ku ev ne qonaxa yekem a nezelalî û kaosa ku Rojhilata Navîn bûye şahidê wê ye, belkû koka wê vedigere dîrokeke dirêj û aloz.

Encamnameya komxebatê wiha ye;

“ROLA MALBAT Û EŞÎRÊ DI CIVAKÊ DE

Di komxebatê de her wiha rola malbat û qebîleyê di avakirina civakê de û çawa dewlet van saziyan ji bo avakirin û xurtkirina desthilatdariya xwe bikar tîne hate nîqaşkirin. Beşdaran tekez kirin ku dewlet sîstema malbatê ji bo dewleteke biçûk ji bo kontrolkirina civakê û birêvebirina kar û barên wê weke modelekê bikar tîne. Di vê çarçoveyê de destnîşan kirin ku pergala êl û malbatê di eslê xwe de parçeyek ji neteweya demokratîke, lê ji aliyê desthilatdaran ve ji bo kontrolkirina tevahî civakê were îstismarkirin û tehrîbkirin, ji ber vê ciwan nikarin di çareseriya pirsgirêkên civakê de rola pêşengiyê bilîzin.

ZAYENDPERESTÎ Û CIVAKA BAVIKSALARÎ

Di komxebatê de bi kûrahî pirsgirêka cihêkariya zayendî û bandora wê ya li ser azadiya jinê û azadiya civakê hate nîqaşkirin. Beşdaran destnîşan kirin ku azadiya civakê encax bi azadiya jinê pêkane. Wan destnîşan kir ku zêhniyeta serdest a mêr a ku dixwaze jinan bike bindest û di malê de girtî bike, dibe sedema zêdebûna şîdeta derûnî û civakî. Wan amaje bi wê yekê kirin ku ev zêhniyet bûye sedema belavbûna zewaca di temenê piçûk de û rêjeyên bilind ên xwekuştinê di nav jinan de, ku ev yek jî kêşeyên bingehîn ên ku jin di civaka Rojhilata navîn de rûbirû ne.

DI CIVAKÊ DE EXLAQ Û SIYASET

Di dawiya komxebatê de bal hat kişandin ser girîngiya avakirina civakeke xurt a exlaqî û polîtîk li ser esasên Rêber Abdullah Ocalan. Hat destnîşankirin ku li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst, ji bo birêvebirina kar û barên gelan civaka exlaqî rêya herî başe. Beşdaran diyar kirin ku kombûnên gelan yên di çarçoveya neteweya demokratîk de ne tenê tevgerên herêmî ne, bandorê li tevahiya cîhanê dikin.

Beşdaran her wiha banga destpêkirina hemleya gerdûnî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin û diyar kirin ku ev kampanya ne tenê daxwazên herêmî ye, ji bo gelên azadîxwaz û edaletê daxwazek cîhanî ye.

Di dawiya komxebatê de hate destnîşankirin ku gelên Rojhilata Navîn di bin ala neteweya demokratîk de bûne yek û ev tevger li dijî rejîma otorîter a heyî tehlîleke mezine. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gavên ku Rêber Abdullah Ocalan di nava 50 salên dawî de avêtine, ji bo azadiya gelên herêmê bingehên xurt ava kirine.