Meclisa Bajarê Zirganê daxwaza darizandina kujerên Sîpan Hiznî kir

Meclisa Bajarê Zirganê şehadeta , şervanekî Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî şermezar kir. Meclisê daxwaza darizandina berpirsyarên sûcê kir.

Meclisa Bajarê Zirganê daxwaza darizandina kujerên Sîpan Hiznî kir
Meclisa Bajarê Zirganê daxwaza darizandina kujerên Sîpan Hiznî kir
Meclisa Bajarê Zirganê daxwaza darizandina kujerên Sîpan Hiznî kir
11 îlon, 2026   11:54
HESEKÊ

Meclisa Bajarê Zirganê îro derbarê şehadeta şervanekê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî, ku ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin û şehîd bû, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber navenda Meclisa Bajarê ji aliyê endamên encûmenê Fayiz Îso û Hiba Ehmî ve bi Kurdî û Erebî hate xwendin.

Meclisê bûyera şehadeta Sîpan Hiznî wekî "sûcekî hovane" bi nav kir, ku li dijî nirxên mirovî û exlaqî ye.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku armanca van kiryarên sûc belavkirina tevlihevî û wêrankirinê û bêaramiya herêmê ye.

Meclisa Bajarê Zirganê ev sûc şermezar kir û daxwaza lêpirsîneke tavilê û darizandina sûcdaran kir.

Şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî, duh piştî ku ji aliyê komeke çekdar ve hate revandin û birin gundê Edlane yê li gundewarê Serêkaniyê, şehîd bû.

(k)

ANHA