Waliyê Silêmaniyê: Divê sucên dijmin bên şermezarkirin

Waliyê Silêmaniyê diyar kir ku divê bi armancê sûcên dijmin werin şermezarkirin û got: “Gef, metirsî û egerên dûbarebûna dagirkerî, enfal, komkujiyên li ser Kurd û Kurdistanê dawî nebûne û dewam dikin.”

Waliyê Silêmaniyê: Divê sucên dijmin bên şermezarkirin
25 tebax, 2024   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir bi boneya 36’emîn salvegera Enfala Behdînanê peyamek belav kir. Heval Ebubekir di peyama xwe de got ku piştî 7 qonaxên beriya Enfala Behdînanê jî, derket holê ku dijminên Kurdan, hemû Kurd û Kurdistanê weke hev pênase dikin û di warê suc û komkujiyan de, xwe ji tu cihek Kurdistanê paşde nedaye.

Waliyê Silêmaniyê di dewama peyama xwe de got; “Divê bîranînê de, pêwîste bi ruhek, peyamek, kiryar û armancekê, sucên dijminan şermezar bikin û canê qurbaniyên xwe bibîr bînin. Eger tiştek me bike yek, divê ew jî şehîd, qurbaniyên me, Kurdistan û dîroka me ya hevbeş ya xwînrêj be.

Gef, metirsî û egera dubarebûna dagirkerî, enfal, komkujî û parçekirina Kurd û Kurdistanê temam nebûye û hîn jî dewam dike. Ji bo parastina hebûna me, pêwîstiya me bi îradeyek nîştimanî ya bihêz heye.”