Sersaxî ji malbata şehîd Dilxwaz Hesekê re hate xwestin

Şêniyên Dirbêsiyê sersaxî dan malbata şehîd Dilxwaz Hesekê û teqezî bi mezinkirina têkoşînê û berxwedanê li dijî dagirkerî û xiyanetê û şopandina rêya şehîdan da.

Sersaxî ji malbata şehîd Dilxwaz Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilxwaz Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilxwaz Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilxwaz Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilxwaz Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilxwaz Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilxwaz Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilxwaz Hesekê re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Dilxwaz Hesekê re hate xwestin
25 tebax, 2024   14:43
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê û gundên girêdayî bajêr, endamên sazî, meclis, nûnerên partiyan tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Dilxwaze Hesekê bûn ku li gundê Qermanî hatiye lidarxistin.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Dilxwaz Hesekê (Dilxwaz Calo) 22`yê Tebaxê dema li erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûye.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Merdiye Xelîl di merasîmê de axivî û got: "Serê malbatê sax be. Bi saya fedakariyên şehîdên mîna Dilxwaz û ramanên Rêber Abdullah Ocalan me di şoreşê de gelek destkeftî bi dest xistin."

Her wiha endamê rêveberiya Hêzên Parastina Civakî ya bajarê Dirbêsiyê Ebdulbaqî El Rehmen axivî û got: "Li hember xiyanetê û dagirkeriyê em ê têkoşînê mezin bikin. Em soz didin şehîdan ku rêya wan berdewam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Dilxwaz Hesekê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA