Ciwanên Çilaxa şerê gel ê şoreşgerî nîqaş kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê têkildarî şerê gel ê şoreşgerî semînerek da.

Ciwanên Çilaxa şerê gel ê şoreşgerî nîqaş kir
Ciwanên Çilaxa şerê gel ê şoreşgerî nîqaş kir
Ciwanên Çilaxa şerê gel ê şoreşgerî nîqaş kir
Ciwanên Çilaxa şerê gel ê şoreşgerî nîqaş kir
25 tebax, 2024   14:35
QAMIŞLO

Semîner li hola navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxayê hate dayîn. Bi dehan endamên tevgerê, yekitiyê û şêniyên bajarê hazir bûn.

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Çilaxayê Salih Sefo semîner bi rêve bir û têgeha şerê gel ê şoreşgerî li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan şîrove kir.

Sefo dûre gelek mînak li ser şerê gel ê şoreşgerî da mîna berxwedana gelê Vietnamê û Japonyayê li hember artêşa Amerîkayê û çawa serî jê re netewandine û şerê gel ê şoreşgerî ji berxwedana xwe re kirine bingeh û bi ser ketine.

Sefo wiha domand: "Bi saya şoreşa 19`ê Tîrmehê me gelek destkeftî hatin bidestxistin, herêmên me ji dagirkeriyê hatin rizgarkirin, ewlehî serwer bû. Ev jî bi rêya şerê gel ê şoreşgerî pêk hat. Em amade ne li hember êrişan bisekinin."

Sefo diyar kir ku divê gel xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin bike û xwe bispêre icwanan û got: "Ciwan bingeha birêxistinkirina civaka ne. Ji ber wê divê ciwan roleke mezin di vê pêvajoyê de bilîzin."

Piştre sinevizyonek li ser şerê gel ê şoreşgerî bi nêrîna Rêber Abdullah Ocalan ve û berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê di çarçoveya mafê parastina rewa de hate pêşandan.

(şx)

ANHA