Rojnameyên erebî: Şerê li başûrê Lubnanê veguherî tunekirina hevalbendên Îranê

Rojnameyên erebî yên îro behsa hilbijartinên Îranê, têkiliyên Amerîka û Erebistana Siûdî û rewşa li başûrê Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Şerê li başûrê Lubnanê veguherî tunekirina hevalbendên Îranê
27 hezîran 2024   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Gelo lihevkirina gazê destpêka lihevhatina di navbera Riyad û Washingtonê de ye?" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku îmzekirina peymana 20 salan di navbera şîrketa ‘Next Decade’ ya gaza xwezayî ya Amerîkayê û şîrketa Aramko ya Siûdiyê de, xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku nîşan dide nakokiya di navbera her du welatan de ya ji şerê buhayên petrolê ya 2014-2016`an ve, êdî çareser dibe.

Rojnameyê cih da nirxandina analîzvanên aboriyê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) amade ye bi rêya peymaneke demdirêj di qada enerjiyê de, bi Siûdiye re bide û bistîne.

Rojnameyê gelek faktorên din ên vegerandina têkiliyan di navbera her du welatan de bi bîr xist ku şerê Rûsya û Ukraynayê berdewam e û zeîfbûna Moskovê di aliyê leşkerî de îsbat kir û di vê rewşê de Siûdiye nikare xwe bispêre Rûsyayê di sekna wê li hember Îranê de, rewşa aborî ya Rûsya û Çînê jî heye, her du dewlet herî zêde dixwazin têkiliyên xwe li gel Îran û Iraqê yên şîe re xurttir bikin.

Rojnameyê diyar kir ku ji bo DYA`yê hebûna Siûdiyê li hember Çîn û Îranê dê bandor li hevsengiya hêzan bike û dê derfetê bide Washingtonê ku bandor li biryarên Siûdiye yên têkildarî hilberandina OPEC’ê bike.

‘SIYASETA DERVE DI HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ YÊN ÎRANÊ DE FAKTOREKE CIDÎ YE’

Rojnameya El Erebî El Cedîd destnîşan kir ku siyaseta derve di hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê de hazir e, nemaze ku namzet dema behsa pirsgirêkên aborî dikin ku yek ji sedemên wê yên herî girîng, cezayên Amerîkayê ne ku fişarê li Îranê, siyaseta wê ya derve û hundir dikin.

Rojnameyê cih da nirxandinên pisporên kar û barên Îranê ku ji ankêtên hatine çêkirin, rêjeya dengdayînê dê di navbera ji sedî 55-60`î de be.

Rojnameyê diyar kir ku zêdetirî nîvê hilbijêran, dixwazin siyaseta derve hevsengtir be û dan û standina welat ne tenê bi Rûsya û Çînê re be.

Li gorî rojnameyê, ji dozên herî girîng ên girêdayî siyaseta derve ku bandor li nêrînên hilbijêran dikin, welat nekişînin şer, cezayên aboriyê rabin, mal û milkên hatine desteserkirin, bê astengî vegerin û îraniyên li derve bi hêsanî serdana Îranê bikin.

‘ŞERÊ LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ JI TÊKBIRINA HEVALBENDÊN ÎRANÊ VEGUHERÎ TUNEKIRINA WAN’

Rojnameya Şerq El Ewsat bi bîr xist ku şerê dawîn ên Hizbullahê li dijî Îsraîlê, destnîşan kir ku guhertineke bingehîn heye ew jî şer ji "pergala şerê hêzên ewlehiyê" veguheriye "pergala şerê leşkerî" ku Îsraîl lîderên Hizbullahê kuşt û li beramber wê Hizbullah bi moşekan ku di şerê Tîrmeha 2006`an de nîn bû, bi kar tîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku armanca şerê 2006’an têkbirina hevalbendên Îranê li herêmê bû ji bo ku Rojhilata Navîn a Nû were avakirin, lê niha armanca sereke tunekirina wan e û ev yek di helwesta berpirsên amerîkî diyar bû.