Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Qehreman Bilbil

Bi sedan şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Qehreman Bilbil ê ku li Tebqayê dema ku li ser erka xwe şehîd bû.

Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Qehreman Bilbil
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Qehreman Bilbil
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Qehreman Bilbil
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Qehreman Bilbil
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Qehreman Bilbil
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Qehreman Bilbil
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Qehreman Bilbil
Şêniyên Helebê sersaxî dan malbata şehîd Qehreman Bilbil
25 tîrmeh, 2025   22:17
HELEB

Bi sedan şêniyên Helebê ji bo sersaxî bidin malbata şehîd Qehireman Bilbil, li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd kom bûn.

Di merasîma sersaxiyê de endama Kongira Star Zeyneb Xelîl, endama Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Xedîca Mehmûd û ji fermandarên Hêzên Parastina Civakê Fehimî Hemdî axivîn.

Zeyneb Xelîl şehîdên ku di sedsala bîstan de têkoşîn dane destpêkirin, şehîdên berxwedana zindanan bi bîr anîn, ew ên ku gel îro li ser rêya wan şoreşa 19`ê Tîrmehê li dar xist. 

Xedîce Murad diyar kir ku şehîd ji bo gel pîroz in ji ber wan ji bo parastina rûmeta xwe û pêkanîna jiyaneke dadwer û azad canê xwe feda kirine.

Xedîce di axaftina xwe de banga bilindkirina têkoşînê kir da ku kesên ji bajarên dagirkirî, koçber bûne, bi rûmet vegerin warên xwe.

Fehmî Hemdî anî ziman ku ew kesên ku ji kaniya azadiyê vexwrine, gav bi şûn de navêjin, ji ber vê yekê şehîd Qehreman û hemû şehîdên azadiyê di ser her tiştî re şehadet tercîh kirin.

Merasîmbi berzkirina duşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.

 (ac)

ANHA