Ukraynayê êrişî Rûsyayê kir: Kesek hat kuştin

Di êrişa hêzên Ukraynayê ya li ser bajarê Yeletsê yê Rûsyayê de endamekî hêzên ewlekariyê hat kuştin û xebatkareke qada tenduristiyê birîndar bû.

Ukraynayê êrişî Rûsyayê kir: Kesek hat kuştin
25 cotmeh, 2026   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Lipetskê ya Rûsyayê Igor Artamonov der barê êrişa hêzên Ukraynayê de agahî li ser Telegramê weşandin.

Li gorî walî, di encama êrişa hêzên Ukraynayê ya bi mûşekekî ya li ser herêma pîşesaziyê ya li bajarê Yelets ê herêma Lipetsk a başûrê rojavayê Rûsyayê de endamekî hêzên ewlekariyê hat kuştin û xebatkareke tenduristiyê birîndar bû.

Artamonov diyar kir ku endamê ewlehiyê li tesîsa pîşesaziyê ya li cihê hatî hedefkirin dixebitî û got, xebatkara tenduristiyê ya birîndar bûyî veguhestin nexweşxaneyê.

(f)