Li Helebê ji ber teqîna bermahiyên şer 6 kes birîndar bûn

Li bajarê Sifîrê yê rojhilatê Helebê ji ber teqîna bermahiyên di malekê de 6 kes birîndar bûn.

Li Helebê ji ber teqîna bermahiyên şer 6 kes birîndar bûn
25 cotmeh, 2026   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarê Sifîrê yê rojhilatê Helebê dema şewitandina êzingan di malekê de bermahiyeke şer teqiya. 

SOHR‘ê ragihand ku di teqînê de ji malbatekê 3 jê zarok û jinek, bi giştî 6 kes birîndar bûn.

Birîndar destpêkê birin Nexweşxaneya Sifîrê, piştre rakirin Nexweşxaneya Heleb El Camiî.

Li gorî amarên SOHR’ê, ji destpêka 2026’an ve di encama teqînên bermahiyên şer li Sûriyeyê de 269 kes hatin kuştin û 435 kes birîndar bûne.

(f)