Tu bandora paşxistina ezmûnên sîstema berê li ezmûnên Rêveberiya Xweser tune ye

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku wê pêvajoya ezmûnên bawernameyên meteryalên Rêveberiya Xweser di dema destnîşankirî de pêk bên û paşxistina ezmûnên sîstema Sûriyeyê ya berê bandor nake.

Tu bandora paşxistina ezmûnên sîstema berê li ezmûnên Rêveberiya Xweser tune ye
8 hezîran, 2025   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser beriya çend kêliyan ragihand ku bi desthilata Şamê re der barê proseya ezmûnên sîstema berê de li hev kiriye. Di wê lihevkirinê de ezmûnên qonaxa navîn ji 14’ê Hezîrana 2025’an heta 21’ê Hezîrana 2025’an hatiye paşxistin. Desteyê diyar kir ku ev yek di çarçoveya hevrêziya di navbera her du aliyan de ji bo misogerkirina rêveçûna proseya perwerdeyê bi awayekî bi rêk û pêk de, pêk hat.

Der barê dema proseya ezmûnên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jî rayedarên desteyê diyar kir ku proseya ezmûnên bawernameyan a Rêveberiya Xweser wê di dema xwe de pêk bê û paşxistina ezmûnên sîstema Sûriyeyê ya berê bandorê lê nake. Li gorî desteyê, wê ezmûnên qonaxa navîn a Rêveberiya Xweser di 14’ê Hezîranê de pêk bên û di roja din de anku 15’ê Hezîranê ezmûnên amadehî pêk bên.

(fr)

ANHA