Desteya Perwerdê û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji bo proseya ezmûnan li hev kir

Deseteya Perwerdê û Fêrkirinê û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, piştî çend civînan ku di 5-6’ê Hezîranê de li dar ketine, ji bo ku proseya ezmûnan bi rêk û pêk bi rê ve biçe û bikeve xizmetî xwendekaran û siberoja wan, li ser çend xalan li hev kir.

Desteya Perwerdê û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji bo proseya ezmûnan li hev kir
8 hezîran, 2025   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, der barê proseya ezmûnan, li ser çend xalan li hev kir. Der barê mijarê de Desteya Perwerdê û Fêrkirinê daxuyaniyekî nîvsîk da.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Ji ber berpirsiyariya me ya hevbeş ji bo xurtkirina proseya perwerdeyê û misogerkirina mafên xwendekaran li hemû herêmên Sûriyayê û li ser bingeha prensîbên hevkarî û yekbûnê di navbera saziyên perwerdeyê de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyayê, piştî çend civînan ku di navbera 5-6’ê Hezîrana 2025’an de li dar ketin, ji bo ku proseya ezmûnan bi rêk û pêk bi rê ve biçe û xizmeta berjewendiyên xwendekaran û siberoja xwendina wan bike, li ser van xalan li hev kir:

1. Paşxistina ezmûnên qonaxa navîn ji dîroka 14.06.2025 bo dîroka 21.06.2025.  

2. Avakirina komîteyên hevbeş ên demkî ji bo çavdêriya rêvebirina ezmûnan li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û misogerkirina destpakî û profesyoneliyê di rêvebirina ezmûnan de.

3. Vekirina navendên hevbeş ên demkî ji bo pêşwazîkirina xwendekaran ji herêmên cuda û hêsankirina kar û barê qeydkirina wan li gor pîvanên perwerdeyê yên pejirandî.

4. Qeydkirin ji dîroka 11.06.2025 dest pê dike heta dîroka 17.06.2025.

 5. Hêsankirina veguhestina qeydkirinê ji bo xwendekarên ku li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê qeydkirî ne û misogerkirina mafê wan ê beşdarbûna ezmûnan bê astengî.

6. Li şeş bajarên mezin ên pênc kantonan: Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrazorê, Tebqa, û Kobanê (Sirîn), ezmûn bên çêkirin ku şert û mercên lojîstîkî baş bin û xwendekar bikarin bi awayekî hêsan xwe bigihînin navendên ezmûnan.

Ev daxuyanî pabendbûna me ya ji bo dabînkirina hawîrdoreke perwerdeyê ya aram û ewle ji bo hemû xwendekarên sûriyayî nîşan dide, her wiha pabendbûna me ya ji bo xebata hevbeş ji bo başkirina proseya perwerdeyê li herêmên cuda piştrast dike."

(fr)