Li Şêxmeqsûd şêniyek di mala xwe de hat kuştin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pîremêrek di mala xwe de hat kuştin, mala wî jî hat talankirin.

Li Şêxmeqsûd şêniyek di mala xwe de hat kuştin
11 sibat, 2026   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Mamo (70) ku bi navê "Ebû Hisên" tê naskirin, di mala xwe ya li Şêxmeqsûd a Helebê de hatiye xeniqandin.

Rêxistinê da zanîn ku Ebû Hisên ji bajarokê Bilbilê yê gundewarê Efrînê ye. Hat diyarkirin ku kujeran pere û hin tiştên malê  talan kirine, piştre jî Mihemed Mamo kuştiye.

(fr)