Trump: Alîkariyên ji Kievê re hatine kirin divê li me bê vegerandin

Serokê DYA’yê Donald Trump xwest, alîkariyên ji Kievê re hatine kirin li wan bê vegerandin û metala bi nirxê 500 milyar dolar daxwaz kir.

Trump: Alîkariyên ji Kievê re hatine kirin divê li me bê vegerandin
11 sibat, 2025   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Beriya hevdîtina Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy û Alîkarê Serokatiya DYA’yê J.D. Vance, Serokê DYA’yê Donald Trump daxuyaniyên balkêş dan.

Di dema nêzbûna sala sêyan a êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de, Trump soz dabû ku eger were li ser desthilatdariyê wê demildest dawî li ‘komkujiyê’ bîne. Vê daxuyaniyê, spekulasyonên têkildarî hevdîtinên ji bo aştiya muhtemel, jinûve germ kir.

 ‘EZ DIXWAZIM EV PERE LI ME WERE VEGERANDIN’

Trump JI Fox News re axivî û diyar kir ku divê alîkariyên madî yên ji Kievê re hatine kirin, di ewlehiyê de bin û got, “Ez dixwazim ev pere li me were vegerandin.” Trump metala bi nirxê 500 milyar dolar daxwaz kir û got, “Herî kêm em wiha xwe gêj hîs nakin.”