Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHPê operasyon

Cîgirên şaredarên Kartal û Ataşehîrê yên CHPyî jî di nav de li bajarê Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHPê operasyon
11 sibat, 2025   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Stenbolê der heqê gelek şaredariyên di bin rêveberiya CHPê de lêpirsîn hate destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku 7 kes hatine binçavkirin.

Cîgirên şaredarên Kartal û Ataşehîrê û endamên meclisên şaredariyên Tuzla, Adalar, Şîşlî, Beyoglû û Fatîhê di nav de bi giştî 7 kes hatin binçavkirin.