Trafîka keştiyan li Tengava Hurmuzê dest pê kir

Trafîka keştiyan li Tengava Hurmuzê piştî peymana agirbestê ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê de, ji nû ve dest pê kir.

Trafîka keştiyan li Tengava Hurmuzê dest pê kir
8 nîsan, 2026   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên ji malpera şopandina deryayî MarineTraffic hatine wergirtin, ji dema ku Îranê qebûl kir ku di çarçoveya peymana agirbestê de bi DYA`yê re ji nû ve veke, 2 keştî di Tengava Hurmuzê re derbas bûne.

Li gorî MarineTraffic keştîya barhilgir ‘NG Earth’ ku ya şîrketeke Yewnanistanê ye, roja Çarşemê saet 08:44 GMT di tengavê re derbas bû, di heman demê de keştiya bi alaya Lîberyayê ‘Dayton Beach’ berî wê di saet 06:59 GMT de derbas bûbû.

DYA û Îranê roja Sêşemê ji bo agirbesteke 2 hefteyî li hev kir û piştî wê Tengava Hurmuzê ji bo trafîka deryayî ji nû ve hat vekirin.