Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan

Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî da malbatên 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û banga parastina mîrateya şehîdan kir.

Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
Şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê sersaxî da malbatên 3 şehîdan
8 nîsan, 2026   14:27
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê îro ji bo malbatên şervanên YPJ’ê şehîd Rûken Botan û şehîd Solîn Rojhilat û şervanê QSD’ê şehîd Mîtan Welat, li gundê Kelhê yê herêma Koçeran a Dêrikê merasîmeke sersaxiyê li dar xist.

Bi sedan şênî, li gel malbatên şehîdan û endamên saziyan tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Suad Şawîş axivî û bal kişand ser girîngiya parastina nirx û destkeftiyên şehîdan û diyar kir ku fedakariya wan mîrateyeke ji bo azadiya gelan e.

Suadê her wiha got divê qehremaniya şehîdan her tim were bîranîn û têkoşîna wan berdewam bike, ji ber ku bi saya wan gelê Kurd di ewlehiyê de dijî.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ciwan Hesen jî axivî û got: “Li pêşberî şehîdan, divê em soz bidin wan ku em rêya wan bidomînin, têkoşîna xwe mezin bikin û ji bo bidestxistina armancên wan bixebitin." Her wiha destnîşan kir ku şehîdan tiştê herî hêja feda kirin da ku gel bikare azad û bi rûmet bijî.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.