Tom Barrack: Em dixebitin ku hevdîtinên entegrasyonê ji nû ve dest pê bikin

Tom Barrack got ku DYA li Sûriyeyê bi aliyan re di têkiliyên nêz de ne û ji bo vegera hevdîtinên entegrasyonê dixebitin.

Tom Barrack: Em dixebitin ku hevdîtinên entegrasyonê ji nû ve dest pê bikin
16 ÇILE, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Tom Barrack ku di heman demê de Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê ye li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û îdîa kir ku "Ji bo rageşî kêm bibe bi şev û roj" dixebitin.

Barrack got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Sûriyeyê bi hemû aliyan re di nava têkiliyeke nêz de ye. Ji bo kêmkirina rageşiyê, ji bo veger li hevdîtinên entegrasyonê ya navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jinûve pêk were, em bi şev û roj dixebitin."