Endamê kongresê: Êrişên li ser hevalbendên Washingtonê li Bakurê Sûriyeyê nayên qebûlkirin

Endamê Kongresa Amerîkî Frank Pallone diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êirşa li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nake û banga kêmkirina aloziyê kir.

Endamê kongresê: Êrişên li ser hevalbendên Washingtonê li Bakurê Sûriyeyê nayên qebûlkirin
16 ÇILE, 2026   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Kongresê Pallone fikara xwe derbarê raporên pêbawer ku dibêjin hêzên ku ji hêla Tirkiyeyê ve têne piştgirî kirin li dijî hevalbendên Amerîkayê yên Kurd li Bakurê Sûriyeyê pêş de çûne, anî ziman.

Pallone diyar kir ku her êrişek li ser van hêzan, ku roleke girîng di têkbirina DAIŞ`ê de lîstin û hevalbendek sereke ya Washingtonê ne, nayê qebûlkirin, û banga kêmkirina aloziyê kir.

(k)