`Tirkiye hem hevdîtinan dike hem jî Kurdan qir dikeˊ

Parêzer Kawa Fatimê û nivîskar Ezher Ehmed bal kişand ser nakokiyên mezin ên di siyaseta dewleta Tirk a dagirker de ku ji aliyekî ve bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike û ji aliyê din ve jî çewisandin û tunekirina gelê Kurd didomîne. Her wiha gotin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze wêranî û terorê li Kurdistanê belav bike.

`Tirkiye hem hevdîtinan dike hem jî Kurdan qir dikeˊ
16 ÇILE, 2025   07:20
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û tevî banga Rêber Abdullah Ocalan a ku qonaxa şer veguherînin qonxa aştiyê, lê hewl dide ku herêmên din dagir bike.

Di vê çarçoveyê de serokê Yekitiya Parêzeran a Hesekê Kawa Fatimê got: “Pêşniyazên Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina serdema şer û tundiyê ne. Her wiha ji bo peydakirina çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in."

Fatimê wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bike, lewma êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Li aliyekî din jî, hewl dide di nava sînorên xwe de gavekê ber bi aştiyê û demokrasiyê ve bavêje, ji lew re destûr da ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were kirin. Ev nakokiya mezin a di siyaseta Tirkiyeyê de nîşan dide. Li aliyekî banga aştiyê dike û li aliyekî din jî êrişên dijî bajaran û piştgiriya çeteyan didomîne."

Li gorî Fatimê, Tirkiye vê dawiyê piştî ku hevsengiyên berê ji hev ketin, pê hesiya ku dora wê ye, ji ber wê berê xwe da Îmraliyê ku ji aloziyên xwe yên hundirîn û derve xilas bibe.

Fatimê diyar kir ku Tirkiye di destwerdana Sûriyeyê de û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi bin ket, her wiha nekarî di civaka tirk û kurdan de guhertina demokratîk jî çêke û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber wê hewl dide bi rêya perspeketîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê bidawîkirina şerê çekdarî yê bi kurdan re, çareseriyekê peyda bike. Rêber Abdullah Ocalan wek çareserî, modela konfedraliyê yan jî fedraliyê ji gelên Rojhilata Navîn re pêşkêş kir."

Fatimê destnîşan kir ku tev ku dewleta Tirk lihevkirinên Eqebeyê îmze kirin, lê di heman demê de dev ji çeteyên xwe yên ku êrişî gelê Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, bernade.

Bi nêrîna Fatimê, çawa berxwedana dîrokî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Bendava Tişrînê hewldanên dagirkeran bi bin xistin, dê ev êriş jî bi bin kevin.

Di heman çarçoveyê de nivîskar û endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Ezher Ehmed axivî û got dewleta Tirk di krîzeke hundirîn re derbas dibe û ev yek di daxuyaniyên wê yên binakok de diyar e ku aliyekî gef li Kurdan dixwe û li aliyekî din jî hewl dide bi PKK û Rêber Abdullah Ocalan re diyalogê bike.

Ehmed wiha pê de çû: "Tirkiye ji bo ku fişarên hundirîn û derve li ser xwe sivik bike, van gavên taktîkî dixwe. Ji aliyê civata navneteweyî ve ji bo derxistina PKK`ê ji lîsteya reş, zêde dibin. Mesele ne dijberkirina kesayeta Rêber Abdullah Ocalan e, lê dijberkirina pirsgirêka Kurd e."

Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker gelek hesaban ji fikra demokratîk re dike ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye.

Li gorî Ehmed, ji ber ku fikra demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dewleta Tirk dixwaze destketiyên Kurdan, nasname û hêviyên wan tune bike.

Di dawiyê de Ehmed got: "Pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke cîhanî. Ji lew re dewleta Tirk dixwaze terorê û wêraniyê di Kurdistanê de belav bike."

(şx/fr)

ANHA