Tirbespiyê.. mozaîka çand û zimanê pêkhateyên Rojava

Li bajarê Tirbespiyê Kurd, Suryan û Ereb ne tenê di şîn û şahiyan li hevdû dicivin, êdî fêrî zimanê hevdû bûne û têkiliyên wan ên civakî kevnar in.

Tirbespiyê.. mozaîka çand û zimanê pêkhateyên Rojava
24 tebax, 2026   02:35
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Li tax û bazara bajarê Tirbespiyê Suryan, Kurd û Ereb rojane bi hev re didin û distînin, bi rêya têkiliyên civakî bi wext re fêrî zimanê hevdû bûne, hemû pêkhate çanda xwe dijîn, bi zimanê xwe daxivin û merasîmên xwe yên olî diparêz in.

Ji Kurdên Tirbespiyê Hecî Ferhan got: "Em li gundê El Şelûmiyê yê Tirbespiyê jidayîkbûne û jiyan kirine. Kurd, Suryan û Êzidî li gund hene. Cîranên me Suryanî bûn û em fêrî zimanê wan bûne. Ne tenê ji bo dan û standinê em fêrî zimanê hevdû bûne, em rêz didin hebûna hev û hevdû diparêzin. Sîstem bi salan xwest têkiliya me ya civakî bi polîtîka înkar û imhayê hilweşînê û hebûna gelek pêkhateyan hate înkarkirin."

Ferhan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di Şoreşa Rojava (19`ê Tîrmehê) hemû pêkhateyên Rojava derfet dîtin zimanê xwe pêşbixînin, li çanda xwe vegerin û bi rêya meclis û komunan xwe bi rê ve bibin. Pêwîste Sûriyeyê li ser vê modêlê were avakirin."

Li bazara bajarê Tirbespiyê dikandarên Kurd pêkhateya Suryan bi zimanê wan pêşwazî dikin û pêdiviyên wan pêktînê, yên Suryan bi cîranên xwe yên Kurd re bi zimanê kurdî daxivê, bi pêkhateya Ereb re bi zimanê erebî daxivê.

Ji Suryaniyên Tirbespiyê Îsa Lehdo got: "Em bi hevgirtina civakî bajarê xwe diparêzin, ez bi zimanê xwe yê dayîkê bi cîranê xwe yê Kurd re daxivim û ew jî dikare bi kurdî baxivê. Em fêrî zimanê hevdû bûne. Em li şîn, şahî û cejnên xwe ji Newroz heyanî Ekîto li hevdû dicivin. Ziman û çanda xwe diparêzin û aştiyane bi hev re dijîn. Yekitiya gelan aramiyê bi xwe re tîne û dikare Sûriyeya demokratîk ava bike."

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê û gundên wê bi salan li heman taxan dijîn, li bazarê didin û distînin û di munasebetên hevdû li hev dicivin. Pirsgirêkên wan ên civakî dernakevin û aştiyane bi hev re dijîn.

(np)

ANHA