Tîmên bijîşkî yên Minbicê dijî binpêkirinên dagirkeran derketin

Tîmên bijîşkî yên li bajarê Minbicê li dijî êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker a dagirker û çeteyên wê, bi taybet dijî hemşîreyan bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Tîmên bijîşkî yên Minbicê dijî binpêkirinên dagirkeran derketin
22 nîsan, 2025   17:56
TEBQA

Xelkê bajarê Minbicê, li hember êriş û binpêkirinên vê dawiyê ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî şênî, karkerên nexweşxaneyan, navendên tibî û avahiyên xizmetguzariyê kirine, bi taybet jî dijî hemşîreyên jin ên nexweşxaneya Firatê, helwest û bertekên tund nîşan da.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji çavkaniyên xwe yên li hundirê Minbicê wergirtine, ji bo şermezarkirina van êriş û binpêkirinên li dijî şênî û karkerên beşa tenduristiyê, her wiha binpêkirinên berdewam ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, tîmên bijîşkî li pêş nexweşxaneya Firatê protesto kir.

Di protestoyê de tîmên bijîşkî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de heqaretkirin û binpêkirinên fîzîkî hatin bibîrxistin ku herî dawî jî binpêkirina fîzîkî li dijî yek ji hemşîreya nexweşxaneya Firatê ji hêla çeteyekî dewleta Tirk a dagirker bû.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tîmên bijîşkî yên nexweşxaneyê bi awayekî xwebexş û bêpere xizmeta gelê xwe dikin. Her wiha li ser medya dîjîtal tîmên bijîşkî tên teşhîrkirin.

(mh/fr)

ANHA