Têkildarî siberoja Sûriyeyê ku yekitî û piraliyê misoger bibe civîna şêwirê

Beşdarên civîna şêwirê ya ku li kantona Reqayê hatiye lidarxistin, girîngî da derbirîna xwestekên welatiyan û diyar kir ku divê nasnameya çandî û civakî ya herêmê were parastin û piralî û yekitî werin misogerkirin.

Têkildarî siberoja Sûriyeyê ku yekitî û piraliyê misoger bibe civîna şêwirê
Têkildarî siberoja Sûriyeyê ku yekitî û piraliyê misoger bibe civîna şêwirê
Têkildarî siberoja Sûriyeyê ku yekitî û piraliyê misoger bibe civîna şêwirê
Têkildarî siberoja Sûriyeyê ku yekitî û piraliyê misoger bibe civîna şêwirê
Têkildarî siberoja Sûriyeyê ku yekitî û piraliyê misoger bibe civîna şêwirê
22 nîsan, 2025   16:30
REQA

Nûnerên kantona Reqayê bi beşdariya rewşenbîr, hiqûqnas, çalakger, rûspî, şêx û oldaran, her wiha nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl, saziyên xwecihî û nûnertiya jinan û endamê komîteya diyaloga bi desthilata Şamê re, Ebid Hamid El Mihbaş,  civîneke şêwirê organîze kir.

Civîn li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li Reqayê hat lidarxistin. Di civînê de rêbazên xêzkirina şêweyên siberoja kantona Reqayê, weke beşek ji Sûriyeya yekgirtî, aram û piralî, li ser bingeha nirxên beşdariya civakî û misogeriya nûnertiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê, hatin nîqaşkirin.

Beşdaran girîngî da pêkanîna modela birêvebirina hevbeş û giştî ku edalet û wekheviyê di nava tevahî Sûriyeyiyan de, misoger bike.

Her wiha beşdaran li ser rola girîng a ku bajarê Reqayê di sazkirina rûyê neteweyî ya Sûriyeyî de bilîze nîqaş kir, di heman demê de teqezî li ser parastina nasnameya çandî û civakî kir.

Di dawiyê civînê de beşdaran got pêwîst e xebatên komîteya amadekar berdewam bikin ku civînên dewrî ji bo pêşxistina mekanîzmeyên bicihanînê bên lidarxistin, ku ev yek jî ji bo avakirina siberoja Sûriyeyê bibin piştgirî.

(fr)

ANHA