Desthilatên Şamê 2 serkirdeyên "Cîhad Îslamî" girtin

Piştî ku rojnameya "Washington Post " agahî ji berpirsekî Amerîkayî wergirtin ku nûnerê Trump, li Brukselê lîsteyek bi 8 gavan ji bo pêbaweriyê radestî El ŞÎbanî kiriye, desthilatên Şamê 2 serkirdeyên baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad Îslamî ya Filistînê girtin.

Desthilatên Şamê 2 serkirdeyên "Cîhad Îslamî" girtin
22 nîsan, 2025   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Seraya El Qudis û berpirsekî Sûriyeyî, desthilatên Şamê 2 endamên payebilind ên "Seraya El Qudis" a girêdayî Tevgera Cîhad Îslamî ya Filistînê, girtin.

Seraya El Qudis di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berpirsê tevgerê li Sûriyeyê Xalid Xalid û berpirsê komîteya wê ya rêxistinkirinê Yasir El Zefrî ji 5 rojan ve li gel desthilatên Şamê girtî ne. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin desthilatên Şamê bêyî tu sedemên girtinê zelal bike û bi rêbazeke "Me ji wan birayan hêvî nedikir" ew her du kes girtin û banga berdan wan kir.

Berpirsekî Wezareta Hundirîn a desthilata şamê, diyar kir ku wan du serkirdeyên Tevgear Cîhad Îslamî girtine, lê sedemên girtinê zelak nekirin. Her wiha çavkaniyekî Filistînî yê li Şamê jî ev agahî piştrast kir.

Rojnameya "Washington Post" ku agahiyên xwe spartibûn berpirsekî Amerîkî, diyar kir ku nûnerê serokê Amerîkayê Donlad Trump, li Burkselê lîsteyek ku ji 8 gavan ji bo pêbaweriyê, radestî Esed El Şîbanî kir. Di nav lîsteyê de tê gotin divê were ragihandina hemû kom û çalakiyên siyasî yên Filistînê qedexe ne.

Heman rojnameyê ku agahiyên xwe spratibûn heman çavkaniyê ku navê xwe aşkera nekir, di lîsteyê de ji Şamê hat xwestin ku endamên komên Filistînê werin derxistin ku metirsiyên Îsraîlê bi dawî bibin.

Çavdêran jî diyar kir ku dibe ku ev şanoyek desthilata Şamê be ku ew ê şertên ferzkirî pêk bîne, heta ku desthilatiya xwe xurt dike.

(fr)