Tevlêbûna nûnerên Rojava di Konferansê Munîhê de erênî hat nirxandin

Çalakvanan li ser medyaya dijîtal beşdarbûna nûnerên Rojavayê Kurdistanê li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de erênî nirxand.

Tevlêbûna nûnerên Rojava di Konferansê Munîhê de erênî hat nirxandin
14 sibat, 2026   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşdarbûna hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ya di Konferansê Ewlehiyê yê Munîhê de hat nirxandin. 

Seroka berê ya Komîteya Amerîkayê ya Azadiyên Olî Nadine Menza got: “Em gelekî kêfxweş in ku fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Esed Hesen El Şeybanî re li Konferansê Ewlehiyê yê Munîhê hevdîtin bi wezîrê karên derve yê DYA’yê Marco Rubio re kirine.”

Her wiha Nadine Menza got: “Peyama Marco Rubio ya Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyekî Sûriyeyê ne, xurt e.`

Çalakvan û siyasetmedar Tah El Hamid anî ziman ku beşdarbûna Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed a di konferansê de, ji bo Kurdan gaveke erênî ye û wiha got: “Êdî di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de Rojavayê Kurdistanê rewşeke wê ya qanûnî heye û dibe di çarçaveya lihevkirina bi Kurdan re destûrê Sûriyeyê were sererastkirin.”

Gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Abdulrehman jî got: “Yek ji deskeftiyên girîng ên Şara yekitiya gelê Kurd çêkir û sempatiyeke navneteweyî ji Kurdên Sûriyeyê re çêbû.”