Li Siwêdayê li dijî binpêkirinên hikumeta demkî meşeke girseyî li dar ket

Bi hezaran şêniyên bajarê Şehba yê Siwêdayê bi meşekê daxwaza vegerandina revandiyan li malbatên wan, vegera li gundên di bin kontrola komên hikumeta demkî de û garantiya mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê kir.

Li Siwêdayê li dijî binpêkirinên hikumeta demkî meşeke girseyî li dar ket
Li Siwêdayê li dijî binpêkirinên hikumeta demkî meşeke girseyî li dar ket
Li Siwêdayê li dijî binpêkirinên hikumeta demkî meşeke girseyî li dar ket
Li Siwêdayê li dijî binpêkirinên hikumeta demkî meşeke girseyî li dar ket
Li Siwêdayê li dijî binpêkirinên hikumeta demkî meşeke girseyî li dar ket
Li Siwêdayê li dijî binpêkirinên hikumeta demkî meşeke girseyî li dar ket
Li Siwêdayê li dijî binpêkirinên hikumeta demkî meşeke girseyî li dar ket
14 sibat, 2026   14:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran şêniyên bajarê Şehbayê yê Siwêdayê li dijî binpêkirinên komên hikumeta demkî meşek li dar xist.

Xwepêşandêran pankartên bi daxwaza vegera kesên revandî li malbatên wan, vegerandina gundên di bin kontrola komên hikumeta demkî de vekirin. Her wiha daxwaza mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe û parastina sivîlan kir.

Xwepêşandêran nerazîbûn nîşanî siyasetên koçberkirina bi darê zorê ya şêniyan, derxistina tevliheviyan û bêîstiqrariyê dan. Her wiha piştgirî dan hewldanên herêmî û navneteweyî yên ji bo parastina şêniyan û mafên wan.

(bb)