Hevdîtinên Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Munîhê didomin

Fermandarê giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di roja duyemîn de li Konferansa Munîhê ne. Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî duh bi Macron û Rubio re hevdîtin kir û tê payîn îro jî hevdîtinên girîng bikin.

Hevdîtinên Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî li Munîhê didomin
14 sibat, 2026   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 62’yemîn bi beşdariya serokên gelek welatên cuda, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Fermandarê giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed , duh di çarçoveya konferansê de bi wezîrê karên derve yê DYA’yê Marco Rubio û serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kirin û di roja duyemîn de jî hevdîtinên xwe berdewam dikin.

Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî bi hev re hatin salona ku konferans lê tê lidarxistin. Tê payîn ku Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî îro jî hevdîtinên girîng pêk bînin.