Tevî koçber e û nikare bimeşe li Bendava Tişrînê ye

Kalemêr û koçberê ji Efrînê Rifet Osman tevî ku zehmetiyên xwe yên meşê hene, lê bi çalakgeran re parastina Bendava Tişrînê dike û dibêje: "Ji bo parastina xak û bendavê ji êrişên dagirkeriyê û çeteyên wê ez li vir im."

Tevî koçber e û nikare bimeşe li Bendava Tişrînê ye
10 sibat, 2025   04:55
BENDAVA TIŞRÎNÊ
RÊNAD EL ELÎ

Welatiyê bi navê Rifet Osman (67) ê ji bajarê Efrînê yê dagikirî du caran bi destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber dibe, carekê di 2018ˋan de ji bajarê xwe yê Efrînê û cara din jî ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Şehbayê di 2024ˋan de, koçber dibe.

 Osman ji Şehbayê koçberî Tebqayê dibe û li wir berxwedana xwe ya ji bo vegera li Efrînê didomîne.

 Îro jî, Osman li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û ji bo parastina herêmê ji van êrişan bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li Bendava Tişrînê ye.

Ruxmî temenê xwe yê mezin û zehmetiyên meşê, lê Osman dibêje: "Ez bi îsrar û vîneke mezin hatime bendavê."

ji ber qezayekê Osman di lingê xwe de seqet dibe û di meşê de astengiyan dikişîne. Osman li gotina xwe wiha zêde kir: "Zehmetiyên meşê li pêş piştgiriya me ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re nebû bend."

Rifet Osman li Bendava Tişrînê ji nûçegihana me re got: "Ji bo parastina xak û bendavê em li vir in. Em nahêlin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên me dagir bikin. Ger were xwestin ez amade me şer bikim."

Di çalakiyên parastina bendavê de tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar dibin. Li ser mijarê Osman wiha got: "Cihêrengiya pêkhateyan hêzê dide me. Em li vir biratiya gelan û neteweya demokratîk temsîl dikin. Moralên me bilind in û em li vir dîrokê dinivîsînin."

Ji 8ˋê Çileyê ve, ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişan û hilweşînê, welatî karwan bi karwan berê xwe didin bendavê. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek caran welatiyên li bendavê hedef girtin, di encamê de 24 kes şehîd bûn û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn.

(fr)

ANHA