Gurkirina nakokiyan di navbera pêkhateyan de îdeolojiya dewleta Tirkyeyê ye

Pêkhateyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê diyar kirin ku projeya Rêveberiya Xweser garantiya parastina maf û azadiya civak û kesan e. Pêkhateyan da zanîn îdeolojiya dewleta Tirk a dagirker li ser bingeha gurkirina nakokiyan û dubendiyê di navbera pêkhateyan de hatiye avakirin.

Gurkirina nakokiyan di navbera pêkhateyan de îdeolojiya dewleta Tirkyeyê ye
10 sibat, 2025   07:35

Piştî rûxandina rêjîma Baas, li parêzgeh û herêmên Sûriyeyê rewşa tevlihevî û têkçûna ewlehiyê serdest e. Binpêkirinên li dijî mezheb û baweriyan û kiryarên wêrankirin, şewitandina cihên pîroz, tolhildan, dizî, talan û revandin, zêde bûne.

Der barê mijarê de pêkhateyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê girîngiya projeya neteweya demokratîk tekez kirin, Ji bo derbaskirina diyardeya cudakarî û nijadperestiyê ku dê aloziya Sûriyeyê kûrtir bike.

Endamê Saziya Olî û Melayê Mizgefta Mezin Şêx Îsmaîl Meksûr destnîşan kir ku binpêkirinên li dijî mezheban tên kirin berovajî prensîb û nirxên Îslamê ne û got:  "Li welat rewşeke tevlihev heye, li ser navê dînê Îslamê kuştinê dikin,  Islam dûrî van kiryaran e. "

Şêx Îsmaîl serpêhatiyeke serkeftî ya jiyana hevbeş bi bîr xist û got: "Li van taxên biçûk ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em Ereb, Kurd, Xiristiyan, Êzidî û Ermenî weke bira û xwişkan, dûrî şer û pevçûnan, dijîn. "

Têkildarî vê mijarê Hevseroka Mala Êzidiyan Roşîn Mûsa jî got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet bendava Tişrînê û Qerqozaqê, bi armanca tunekirina gel, ol û mezheban û guhertina demografiya herêmê têne kirin. "

Roşîn bal kişand ser berxwedana gelên herêmê û got: "Berxwedana gelên herêmê li kêleka şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li bendava Tişrînê berxwedana rûmetê ye. Berxwedana gelan dewam dike. Kes nikare vîna gelên ku demokrasî û azadiyê dixwazin bişkîne. "

Her wiha Roşîn got: "Dewleta Tirk dixwaze di navbera çandên gelê Sûriyê de nakokiyan ava bike. Weke ku em dibînin li herêmên din ên Sûryeyê komkujî li dijî elewî û mezhebên din pêk tînin. Dixwazin îslama sexte li ser gelê Sûriyeyê ferz bikin, her wiha îdeolojiya dewleta Tirk jî li ser gelê Sûriyeyê ferz bikin. "

Endama Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Hêvîn Mûsa jî der barê mijarê de got: "Em li Sûriyeyê bi polîtîkaya dagirkeriya Tirkiyeyê re rû bi rû ne, ji ber ku dewleta Tirk ji dîroka kevnar û heta niha polîtîkaya tepeserkirina gelan û azadiyan pêk tîne, piştgiriya çeteyên xwe dike, ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê, îro jî hewl dide bi rêya qirkirin û tunekirinê careke din dewleta Osmanî vejîne. "

Hêvîn bang li dewleta Tirk a dagirker ku dev ji gurkirina nakokiyan di navbera pêkhate û mezhebên Sûriyeyê de berde. Her wiha Hêvîn got: "Li Sûriyeyê mozaîkeke xweşik û cihêreng a ji gelek pêkhate, mezheb û olan pêk tê, heye. Tirkyeyê jî dixwaze di nav wan pêkhateyan telvliheviyê çêbike û rêya şerê taybet dixwaze ev pêkhate hevdû bikujin. Divê Tirkyeyê dev ji vê yekî berde. "

Hêvîn projeya Rêveberiya Xweser weke çareseriya herî guncaw ji bo pêkvejiyana pêkhateyan nirxand û gotina xwe bi dawî kir: "Em xwedî îdeolojiya zelal in ku daxwaza dadmendî û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de dike. "

(k)

ANHA