Metro: Divê kesên rojnamevan Azîz Koyluoglu hedef girtiye bên cezakirin

Li Navenda Metro ji bo şermezarkirina şehîdkirina endamê Çapemeniya Azad Azîz Koyluoglu bi pêşengtiya rojanemvanên Başûr daxuyaniyên çapemeniyên hatin dayîn.

Metro: Divê kesên rojnamevan Azîz Koyluoglu hedef girtiye bên cezakirin
9 sibat, 2025   21:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Navenda Metro ya bajarê Silêmanî ji bo şermezarkirina şehîdkirina endamê Çapemeniya Azad Rojnamevan Azîz Koyluoglu ji aliyê rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ve daxuyaniyek rojnamevanî hate dayîn û rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed daxuyaniyek da.

Mihemed şehîdkirina rojnamevan Azîz Koyluoglu şermezar kir û ev got: “Mixabin careke din ji bo terorkirina rojnamevaneke din ku di encama êrişên dronên Tirkiye de şehîd bû kom bûne. Ev demeke teror û şehîdkirina welatiyên sivîl û rojnamevanan a li Başûrê Kurdistanê bûye mijarek ji rêzê. Di nava salên borî de me dît ku çend rojnamevan bûn hedef û hatin kuştin. Ev sûcên şerin. Divê bersûc radestî dadgehê bên kirin, bên dadgehkirin û cezayên pêwîst bên dayîn.”

Her wiha bi heman boneyê rêveberê Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (Ronus) Hawkar Îzet daxuyaniyek da.

Îzet diyar kir ku careke din ew bi boneya şehîdbûna rojnamevaneke din li hev kom bûne û ev got: “Ezîz Koyluoglu ji bajarê Amedê bû rojnamevanek li Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Ji salên 2000’î ve ji bo azadiyê bi rêya kamere, wêne, gorat, nivîs têkoşîn û xebat ji bo raya giştî vediguhest. Di nava hemû qonaxan de hewl daye karê rojnamevaniyê bike û rastiya dagirkeriyê ya Tirkiye bîne ziman û rastiyan têkoşîna Rojavayê Kurdistanê bigihîne cîhanê.”

Îzet domdarî got: “Li kûderê nefesek azadî hebe, rojnamevan û çalakvanek şehîd bibe, li wir sîxur û kesên hevkar ên navxwe hene. Divê hikûmeta herêma Kurdistanê van kiryaran neveşêre, berpirsyariya xwe ya parastina jiyana welatiyan bicih bîne. Divê hekarbin ji bo bersûcê li pişt van kiryaran eşkere bike û cezayê pêwîst ji bo wan bê dayîn.”

Siyasetmedar Elî Kerîmî li ser şehîdkirina rojnamevan Azîz Koyluoglu anî ziman ku divê sînorek ji bo şehîdkirina rojnamevanan bê diyarkirin û got: “Divê desthilat li hember ew hemû binpêkirin û berovajîkirina bûyerên li herêma Kurdistanê rû didin raweste.”

Li aliyekî din jî Siyasetmedar Elî Kerîmî jî peyamek da.

Kerîmî di peyama xwe de nerehetiya xwe îfade kir û diyar kir ku ew bi bihîstina şehîdbûna Rojnamevan Azîz Koyluoglu pir xemgîn bûye û got: “Miroveke pir dilrehm û sade û bi ilim bû.”

Kerîmî sersaxî li hemû rojnamevan û taybet Çapemeniya Azad dikim û got: “Divê êdî  sînorek ji bo şehîdkirina rojnamevanan û hemû ew binpêkirinên li herêma Kurdistanê hene re bê danîn.”

Siyasetmerdar Elî Kerîmî destnîşan kir ku divê hikûmet desthilata xwe ya li ser herêmê xurt bike.