Tevî êrişan karwanê şêniyên Firatê gihişte bendava Tişrînê

Tevî ku rastî êşrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat û hin kes jî birîndar bûn, karwanê şêniyên kantona Firatê gihişte bendava Tişrînê.

Tevî êrişan karwanê şêniyên Firatê gihişte bendava Tişrînê
15 ÇILE, 2025   15:44
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Bi sedean şêniyên kantona Firatê ku vê sibê ji bo nebedariya parastinê ber bi bendava Tişrînê ve ketibûn rê gihiştin bendavê.

Ev cara çaremîn e ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi bendava Tişrînê ve diçin. Di 8ê Çile de, karwanê yekem bi rê ket, û piştî çar rojan karwanek ji kantona Cizîrê bi rê ket. Du roj berê karwanek ji kantona Reqa, Tebqa û Dêrezorê bi rê ketibû.

Dema ku karwanê şêniyên Firatê ghişte bendavê rastî êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat û di encamê de hin kes birîndar bûn.

(k)