Şehîd Beyar El Elî li Amûdê hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Amûdê û gundewarên wê şervanê QSD’ê şehîd Beyar El Elî oxir kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

15 ÇILE, 2025   15:48
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Amûdê û gundên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, saziyên Rêveberiya Xweser û Meclisa Malbatên Şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir a Amûdê, cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Cûdî (Beyar Masûm El Elî) ku 8’ê Çileyê di şerê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê de şehîd bûbû, oxir kir.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mihemed Ehmed axivî û got: “Şervanên QSD`ê li eniyên bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. "

Ehmed diyar kir ku dema wî li bendava Tişrînê nobet digirt bûye şahidê qehremaniya şervanên QSD`ê û got: “Divê her kes berê xwe bide bendava Tişrînê û li kêleka hêzên me bin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê, Zelal Amûdê axaftinek kir û wiha got: “Em soz didin rêber Abdullah Ocalan ku jibîrkirin xiyanet e û em soz didin rêberê xwe, hêzên xwe û şehîdên xwe ku heta QSD û YPJ hebin em ê çekên şehîdên xwe li erdê nehêlin.”

Piştî axftinan belgenameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

(ekîb/k)