Rûsyayê ragihand ku 796 dron xistine

Rûsyayê ragihand ku di 48 saetên dawîn de 796 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsyayê ragihand ku 796 dron xistine
5 gulan, 2026   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî di 48 saetên dawîn de 796 dronên Ukraynayê xistine.

Di daxuyaniya wezaretê de ku li ser Telegramê hatiye weşandin, hate diyarkirin ku dron li Moskov, Bryansk, Belgorod, Kursk û Lenîngradê hatine xistin.

Artêşê her wiha ragihand ku Qirim, Tataristan û herêma Krasnodar jî di nav de, êriş li dijî qadeke erdnîgarî ya fireh hatiye kirin.

Rayedarên xwecih da zanîn ku li herêma Lenîngradê 18 dron xistine xwarê û got: "Li wir di encama êrişan de li herêmeke pîşesaziyê ya bajarê Kirishi şewat derket. Tîmên awarte ji bo kontrolkirina şewatê dixebitin.”

(bb)