Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê re hevdîtin kir

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnax re hevdîtinek pêk anî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn.

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê re hevdîtin kir
15 sibat, 2025   22:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê piştî hevdîtinên bi Rêber Apo re, îro çû Başûrê Kurdistanê.

Endamên Heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir,  ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez û Ozgur Erol, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Bedran Ozturk û Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di nava şandeyê de cih digirin.

BERNAMEYA ŞANDEYÊ

Şande dê sibehî bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. Di hevdîtinê de dê hûrgiliyên hevdîtinên Îmraliyê werin parvekirin û nêrîn û pêşniyarên kesên eleqedar yên têkildarî pêvajoyê werin girtin.

Şande dê piştre derbasî Silêmaniyê bibe û bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Qubat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinekê pêk bîne.