'Tenê gerîla li dijî projeya dagirkeriya Tirk eʹ

Şêniyên Kurd destnîşan kir ku tenê gerîlayên HPGʹê dikarin pêşî li qirkirinên li tevahî herêmên Kurdistanê nexasim li Başûrê Kurdistanê bigirin.

'Tenê gerîla li dijî projeya dagirkeriya Tirk eʹ
5 îlon, 2024   04:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê de, şêniyên Kurd destnîşan kir ku gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) parêzvanên gelên Kurdistanê ne û rê li ber projeyên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên li Başûrê Kurdistanê digirin.

Li seranserî Başûrê Kurdistanê êrişên artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat  a Kurdistanê (PDK) zêdetir dibin. Di êrişan de hemû cûreyên çekan û yên qedexekirî tên bikaranîn. Li hemberî van êrişan gerîla bi tena xwe li ber xwe didin.

Welatiyê bi navê Siyamend Îbrahîm ê ji bajarê Tirbespiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ji gerîlayan re nîşan da û diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker a ku li ser bingeha qirkirina gelan rabûye heta îro didome û got: "Ev yek di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xuya dibe."

Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker nikare îradeya gelên Kurdistanê bi wan êrişan têk bibe, ji ber ku gelên Kurdistanê rastiya dewleta Tirk a dagirker nas kiriye û xwe di hêzên leşkerî nexasim gerîlayên HPG'ê de, baş rêxistin kirine û got: "Gerîla îro cewhera parastina doza gelê Kurd e."

Fener Hisên ê ji heman bajarî got: "Li Başûrê Kurdistanê tenê gerîla li hemberî projeya dagirkeriyê ya Tirkiyeyê li ber xwe didin."

Her wiha Hisên piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da û xiyaneta PDK'ê ya ku rê li ber dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê vedike û bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kir.

Xaliye Temo jî diyar kir ku ne ji gerîla be Kurd li Başûrê Kurdistanê namînin, ji ber ku tenê gerîla Kurdan û doza wan diparêze û li hemberî qirkirinê xwe dikin mertal.

Xaliye Temo di dawiyê de got: "Gerîla li Başûrê Kurdistanê berxwedaneke lehengî û dîrokî didin meşandin, gerîlayên jin jî bûne nimûneya jinên azad. Ji ber wê jî em dibêjin ku em heta pêkanîna armancên gelê xwe, bi wan re ne."

(mh)

ANHA