Şêniyên Şedadê êrişên domdar ên li dijî herêmê şermezar kirin

Şêniyên bajarê Şedadê sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyan û bêdengiya navneteweyî ya li hember wan sûcan şermezar kirin.

Şêniyên Şedadê êrişên domdar ên li dijî herêmê şermezar kirin
5 îlon, 2024   05:10
HESEKÊ

Dewelta Tirk a dagirker peyman û rêkeftinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan binpê dike û êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ev êriş şermezar kirin. Şêniyê bi navê Mihemed El Basrî têkildarî wê got: "Em êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar dikin."

El Basrî wiha domand: "Dewleta Tirk ji gelê herêmê bi kîn e. Bi rêya balafirên xwe yên şer jêdera qûta me dike hedef. Civata navneteweyî jî li hember van sûcan bê deng e. Gelo civata navneteweyî bê deng e? Wisa fêm dibe ku wê rê daye dewleta Tirk a faşîst ku êriş bike û sivîlan bike hedef."

Şêniyê bi navê Casim El Xidêr jî bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek yên li dijî herêmê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin û got destê hêzên mezin ên cîhanê di van êrişan de heye.

Şêniyê bi navê Mîrz Tirkî êriş şermezar kirin û hevkarên dewleta Tirk bi "şirîkên qetilkirina zarokên herêmê" wesifandin. Tirkî di heman demê de diyar kir ku ew nahêlin xayîn û ajan armancên xwe bi dest bixin.

Tirkî destnîşan kir ku li hember êrişên li ser azadiya gelan divê têkoşîn li ser şopa şehîdan bê mezinkirin û destkeftiyên wan bên parastin.

Tirkî bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku lêpirsînê veke û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî û hewayî li dijî herêmê didomîne. Di wan êrişan de sivîlan dike hedef. Herî dawî jî êrişî wesayîtekê li girtîgeha li Um Fursanê kir ku di encamê de rêveberekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû.

(şx)

ANHA